Zerdeşt û Avesta û Felsefeya

Stok Kodu:
978-6257734110
%20 indirimli
190,00TL
152,00TL
978-6257734110
362535
Zerdeşt û Avesta û Felsefeya
Zerdeşt û Avesta û Felsefeya
152.00

Mebest ji berhevkirin ‌û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin.
Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin  sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe.
Berhema  Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê  der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka  jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî  agahiyên berfereh radigihîne.
Ev berhem  bi awayekî berfereh  mijarên weke  binemala Zerdeşt û peyrewên wî,  wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş,  fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt,  fikir û ramanên Zerdeşt,  nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de,  felsefeya Ola Zerdeştî,  jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve,  başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de,  yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî,  Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî,  di Ola  Zerdeştiyê de firîşte, yezd,  pirtûka Avesta û şerha wê ,  raborî û çîroka Avestayê,  der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre.
Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd  deriyekî agahiyê ye.
Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye. 

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat