Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên Kurd i herî girîng e di qonaxa helbesta Kurdi de, ji ber vê jî ne seyr û balkêş e ku gelek nivîs û lêkolîn, heta niha, li ser Cizîrî hatine nivîsîn û di rojên pêş de jî dê bêne nivîsîn. Lê berhema girîng a ku di van salên dawî de hatiye weşandin şerha Mele Ebdusselam ji dîwana Cizîrî re ye.
Girîngiya şerha Mele Ebdusselam ne tenê ji zengînkirin û ravekirina dîwana Cizîrî tê, herwiha ji wê çendê tê ku ravekirina wî ji dîwanê re û çapkirina wê ji hêla dezgaya Sipîrêzê ve, careke din çîroka tawankirina seydayê Zivingî bi diziya şerha Mele Ebdusselam a Dîwana Cizîrî, aniye meydanê.