Ev pirtûka di destê we de morfolojîya navdêrî ya sê devokên
kurmancî ji hêla sosyolînguîstîk ve nirxandîye. Di naveroka vê
pirtûkê de ne tenê ev devok hatine nirxandin lê di heman demê de
termên bi morfolojîyê re eleqedar, û morfolojîya kurdî bi xwe bi
awayekî berfireh hatine terîirin. Bi taybetî, taybetîyên morfolojî-
ya navdêrî ya kurmancî yên avanîya îzafeyê, zayend, rewş bi
hemû aliyên xwe ve hatine nirxandin. Di mijara îzafeyê de îzafeya
berfirehbûyî û di mijara zayendê de sîstema dîyarkirina zayenda
navdêrên kurmancî li lîteratûra kurmancî hatine zêdekirin ku
heta niha li ser van mijaran xebatên bi hurgilî bi kurmancî û tirkî
nehatibûn kirin. Dîsa di mijara rewşê de avanîya ergatîf, eslê wê
di zimanên Îranî de û pêvajoya dîrokî ya rewşên gramatîk bi awa-
yekî berfireh hatine nîqaşkirin. Ji bilî van taybetîyên bingehîn,
taybetîyên morfolojîya navdêrî ya sê devokên kurmancî bi nirxên
dîsîplîna sosyolînguîstîkê ve hatine analîzkirin. Ji bo analîza van
devokan axêverên her mintiqê ji hêla zayend û emr ve hatine
dabeşkirin. Pirsên li wan hatî pirsîn jî ji hêla nivîskarê vê pirtûkê
ve hatine amadekirin ku ji nêzîkê 200 pirsan pêk tên. Bikaranînên
cuda yên axêveran hem di çarçoveya zayend û emrê wan de hem
jî di çarçoveya cudahîyên devokî de hatine nirxandin. Gelek caran
em rastî bikaranînên cuda yên balkêş hatine. Wekî, di devoka
başûrê rojava de partîkelên îzafeyê ne li gorî nêrbûn û mêbûnê lê
li gor însanbûn û neînsanbûnê hatine senifandin. Dîsa ji hêla
bikaranînên cuda yên axêveran ve wexta tê nirxandin, axêverên
heritage gelek avanîyên ecêp lê bi wate bi kar anîne.
Mijarên li jorê hatî rêzkirin û gelek mijarên din yên bi morfolo-
jîya kurdî ya navdêrî ve eleqedar di nav vê xebatê de cih digirin.