Edebîyata Kurdî ya klasîk weke rûbarekê ye ku heta vêga jî diherike, xwe gihandiye roja me. Gelek helbestvanan ev rûbar bi berhemên xwe geş kiriye û binyata tarîxa me ya kultûrî û edebî pêk anîne. Ji hêlekê ve jî, îroroj hin helbestvanên vê rûbarê nenaskirî ne û berhemên wan an winda yan jî lêkolîn li ser wan nehatine kirin; loma, divê ev helbestvan bi nifşên nû bên naskirin û xebat û lêkolîn li ser berhêmên wan bên kirin.
Bikaranîna terkîb û mezmûnên zimanên din ji bo helbestvanên Kurd ne karekî hêsan e. Helbestvanan carna ji bo wezn û serwayê, carna jî ji bo ku hest û ramanên xwe bi awayekî aşkere dîyar nekin, bi peyvan leyîstiye û xwestine ku berhemên wan ji alîyê estetîkê ve bala xwîneran bikişînin. Ji ber ku ev ne karekî hêsan e, dema ku em li berhemên wan dinihêrin em rastî zanabûn û qabiliyeta helbestvanan tên. |