Kurden Qazaxistane - Gelen Ku Li Welate Xwe Digere Divê tiştên hatine jîyîn em bibîr bînin. Lewre jibîrkirin, ji bo bîranînan mirin e. Ka bifikirin... ew gelê ku ewqas derd kişandine, hatine surgun kirin, meşa xwe di nav mirinê de kirine... ne hêja ye ku bîranînên wan yên keserkür bên jîyandin....? Dengê we tê guhê min ku bersiva we erênî ye... bele wisa ye. Divê bihata nivîsandin ku neyê ji bîr kirin. Min jî wisa kir. Di sala 1937ê dest pê dike surgun. Leşkerên Sofyêt, gundê Kurdên we derê dagir dikin û nîvê şevê dibêjin "bar kin hûnê ji vir derkevin". Cima, li ku ve? çi kes nizane Bi vê biryarê ve Stalîn, berê Kurden Nexçîvanê dide waren sar û seqem yên Qazaxistanê. Ser trénên heywanan, di haleke dijwar de rêwîtî bidawi dibe. Di vê rêwîtîyê de yên dimirin dimire yê din ji xwe di nav tenêtiyek zîz de dibine. Di wan demên dijwar de Prof. Dr. Nadîr Nadirov hêj pênc salî ye. Ev zarê piçûk di nav wan pevçûnanan de mezin dibe serê xwe natevîne. Di dawiyê de jî dibe kesek dewlemend û mereşalê pitrolê. Di şerê cîhanê yê duyemîn de dîsa Kurd li hember Hîtler ber bi cepheyan ve têne şîyandin. Ve carê Kurdên Ahiskayê trêna tên bar kirin û ber bi Qazaxistanê ve tên surgun kirin, Gava şervan ji şer vedigerin, lê dinerin zar û zêçê wan hatine tune kirin. Çi bi zar û zêçê wan hat. Bersiva vê pirse ye ev pirtük... Kurdên Qazaxistanê Pirtük serpêhatiya gele ku li welatê xwe digere ye. Qala surguneke keserkûr, têkoşîneke dijwar û kelijandina birînekî dike. Ev kiteb bi meqseda jîyandina hin bîranînan hatîye zimên. Min jî oksîjen da wan bîranînan. Hêvî dikim ku dê bibe sedemê xwenasîn û têkoşîneke nû.