Di edebîyata klasik da armanca sereke ji bo helbestvanê hunerên
edebîne. Şair bi rêya hunerên edebî hest û raman û xeyalên xwe
dikemilîne. Her wisa bêje û hevokên xwe dixemilîne. Yek ji wan huneran
îqtîbase. Îqtîbas hunera lihevguncandina kelamê Xwedayî û mirovî
ye. Ew kesayetên ku di edebîyata klasîk da bûne pêşeng û delîl, ev
huner di beyt û nîvîsên xwe da bikar anîne. Lewra piranîya wan, di bin
şewqa medreseya Qur’an û sunetê da perwerde bûne. Ji ber vê yekê
tesîra şewqa bêje û hevokên Qur’anî li ser hibr û pênûsa wan bi
awayeke zelalî tê xuyakirin.
Îqtîbas, di wateya xwe ya ferhengî da bi wateya pêta agir, girtina
pizotek agire. Di wateya xwe ya mecazî me‘na feyizgirtina ji ilmê ye.
Pêwendîya di navbera van her du wateyên îqtîbasê ku yek wateya
heqîqî ye, yê duduyan jî mecazî ye ew e ku çawa pêta agir devdorê xwe
ronî dike, ew kesê ku ji Qur’ana Pîroz an ji hedîsên Pêxember îqtîbasê
dike ew îqtîbas gotin û helbestên wî qewî dike û dixemilîne.