Gava mirov li dîroka edebîyata kurdî ya nivîskî dimeyzîne rastî gelek
alfabeyan tê. Kurdan li gor şert û mercên bi cih û dem ve girêdayî,
alfabeyên cuda bi kar anîne. Ev tiştekî zor asayî ye. Lê em di heman
serdemê de, bi heman zimanî ji hev fêm nakin an jî di fêmkirinê de
zehmetîyan dikêşin. Bes ne cudahîya di navbera axiftinê de, bikaranîna
alfabeyên cuda jî ev zehmetîye zêdetir kiriye. Gotinên me ji me re bîyanî
tên. Ev rewşe ji bo edebîyata kurdî ya nivîskî birîneke germ e. Mirov dikare
vê birînê bi danûstandineke xurt bicebirîne. Xebatên ku di edebîyata kurdî
de bi alfabeyên cuda tên kirin, divê li gor qaydeyên zimanê standard
tîpguhêzîya wan xebatan bê kirin. Wê gavê dê edebîyata kurdî ji alîyê
çavkanî, mijar û xebatan ve jî berfirehtir û dewlemendtir bibe. Ev jî ji bo
pêşkeftina edebîyata kurdî derfeteke girîng a sûdwertinê ye.