Cûreya romanê qadeke nû ye ku bi awayekî xurt û çalak di dawiya
sedsala 18an de, di nava cihanê de belav dibe. Gihaştina wê û
rengvedana wê ya di nav edebiyata kurdî de, xwe digihîjîne nîveka
sedsala 20an. Wexta ku em destpêka romanê kurdî vedikolin, tê dîtin
ku naveroka romanên destpêkê bi hêmanên folklorîk tije ne. Di hemû
roman û novelên Elîyê Evdilrehman de jî hêmanênên folklor bi awayekî
aşkere xwe dide der. Nivîskar, hêmanên folklorîk yên mîna gotinên
pêşîyan, biwêj, nifir, rabûn û rûniştin, zewac, kîrvetî, bîr û bawerî û hwd.,
bi şiklekî sirûştî di nav berhemên xwe de belav dike. Bikaranîna
hêmanên folklorîk gelnasiya nivîskaran derdikeve pêş ku Elîyê
Evdilrehman jî yek ji wan nivîskaran e. Loma jî me xwast em li ser
roman û novelên Eliyê Evdilrehman bixebitin.