Bêguman dîroka nivîsandina bi kurdî, berawird bi miletên din re di nav kurdan de dereng peyda bûye, beşeke ji wan kesên ku dîroknivîsên kurdî bûne rojhilatnas in. Weke miletekî Misilman ê nav rojhilatê, dîroka zanist û zanyarîya kurdan hindik hatîye nivîsîn, bi taybet ewên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Çunke ji bo mudeteke zêde zimanê ‘erebî, farisî û tirkî li ser zimanê kurdî desthelatlatdar bûne. Di vê bîyavê da di nav edebîyata kurmancî da, piştî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, beşeke zêde ya destxetên kurdî bi arîkarîya Mela Mehmûdê Bazidî ji layê Aleksander Jaba ve di nîvê duyem ê sedsala 19an da careke din hatine nivîsandin. Di nav wan destxetan da navê kesekî bi navê Mela Mûsayê Hekarî derbas dibe, ku pirtûka Durrû’l-Mecalis ji farisî wergerandîye. Ew pirtûk 58 çîrokan di nav xwe da dihewîne. Çîrok jî cur bi cur in in; ji çîrokên dînî heta bi yên dîrokî û efsaneyî û herêmî li xwe girtine. Bi devokeke rêk û zelal a Hekarîyê hatine wergerandin.