Min seḥergaha ezel dî meyfiroşan rast û çep
Reqṡê best in tên semayê dûş bi dûşan rast û çep
Şahidê dêmbedr û saqî zuhresîma xidirpûş
Muṭriban ney, çeng û awaz ba surûşan rast û çep
Dil ji min bir muẋbeçanê sîmêendam çehregul
Çeşmê mestan cam di destan xemrênûşan rast û çep
Netrik û tîtan di nêv zulfên reyaḥîn tên sema
Ḥuriy û qudsê bidîtin rû di pûşan rast û çep
Tên bi de‘wa û cidalê cengiyanê meyperest
Şubhetê şîrê jîyan û pur xurûşan rast û çep
Ew bi şîr û rimḥ û tîran têne ceng û baziyê
Şehlewendan libsê zirhê dir‘edûşan rast û çep
Çust û çapik tên bi ‘ezma kuştina tey Laxerî
Miksîyê ḥeq bû şehîdê meyfiroşan rast û çep