Destana Memê Alan yek ji destanên navdar ên folklora kurdî ye. Li
gelek herêmên kurdan belav bûye û heta roja me hatiye. Li ser vê
destanê gelek lêkolîn hatine kirin û ev destan ji hêla gelek kesan ve
hatiye analîzkirin û şîrovekirin. Hin kesan ev destan wek destaneke
neteweyî ya kurdan dîtiye, hinan jî wek destana herî berbelav û navdar
dîtiye û ji ber vê yekê girîngîyeke zêde daye vê destanê. Vê destanê bi
taybetî bala folklorzanên kurd û bîyanî kişandiye û gelek varyantên li
herêmên curbicur hatine tomarkirin. Îro jî ev destan di nav gel de zindî
ye û li gelek herêman tê vegotin. Mesnewîya Mem û Zînê jî di edebîyata
kurdî ya klasîk de xwedî roleke girîng e û em dikarin bibêjin ku
navdartirîn berhema edebîyata kurdî ya klasîk e. Me dît ku têkilîyeke
xurt di navbera vê mesnewîyê û destana Memê Alan de heye, me jî
xwest ku em van her du berhemên navdar ên edebîyata kurdî ji hin
alîyan ve binirxînin û me di vê xebatê de hin manendî û cudatîyên van
berheman destnîşan kirin. Me lêkolîn kir bê ka çi manendî û cudatî di
navbera wan de hene û Mem û Zîn a Xanî û Memê Alana Lescot çi
bandor li ser hev kirine.