Wêjeya berawirdî, di sedsala 19an de wekî şaxeke zanista wêjeyê tê pejirandin. Ev şaxa zanista wêjeyê di xebatên xwe de ji xwe re rêbaza berawirdkirinê qebûl dike. Wêjeya berawirdî, wekî şaxeke zanista wêjeyê di navbera du berheman de li ser wekhevî, bandor û motîfên hevpar radiweste. Eger berhemên tên berawirdkirin ji ziman û wêjeyên cuda bin, ji bo vê qada xebatê lêkolîn balkêştir û girîngtir dibe. Ev şaxa zanista wêjeyê dixwaze nîşan bide ku tu wêjeyeke netewî yekta û xwerû nîne. Bi lêkolînên xwe yên cure, mijar, leheng, şêwaz, hizir û hestan aşkere dike ku di navbera wêjeyên neteweyan de veguhêziyek heye. Armanca pêşîn a wêjeya berawirdî tespîtkirina van veguhêztinên wêjeyî ye.
Mijara xebata berdest, berawirdkirina romana yekem a kurdî Şivanê Kurmanca û Sêbareya Maksîm Gorkî ye. Em dibînin ku di warê têgihiştina wêjeyî de Erebê Şemo yek ji peyrevê Maksim Gorkî ye.