Çîrok jî beşek ji beşên folklorê bi taybetî beşek ji beşên zargotina
kurdan ya herî berbelav û berbiçav e. Di vir de gere em cihêtiya folklor û
zargotinê jî bikin. Folklor wek ku me li jorê jî nivisîye ji cilûbergên
milletekî bigire, ji tevger-xeberdanên rojane û heta hemû kevneşopiyên
bavûkalan vedihewîne lê, zargotin wek ku ji navê wê jî diyar e tiştên bi
zar û zimanan hatine honandin re tê gotin. Loma zargotin binbeşa
folklorê ye û çîrok jî binbeşa zargotinê ye.
Çîrok, çîrokbêjî, çîrokgotin, çîrokguhdarîkirin, bo her kurdekî û bo
min jî di dema tinebûna ceyranê da, di wan şevên ber lembeya qazyaxê
de, bi taybetî di wan şevên zivistana Ebexê yên sar de tiştekî efsûnî bû.
Bi taybetî bo min di wan şevên dirêj ên sar de, di bin orxana hirî ya germ
de, guhdarîkirina çîrokan tesîreke mezin li min dikir. Di wan şevan de
çîrokbêjî û çîrokguhdarîkirin bo min him sînema bû him tîyatro bû û
him jî dibistan bû.