Di Edebiyata Kurdî de Cegerxwîn ji aliyê berhevkirin û nivîsandina çîrok, metelok, pêşgotin hwd yên li ser ajalan ve ji van nivîskaran kêmtir
nîn e. Her wiha Edebiyata Kurdî jî ji van edebiyatan qelstir nîn e. Cegerxwîn Edebiyata Kurdî ya Devkî pir baş dizanî. Di nava Edebiyata Kurdan ya Devkî de jî çîrokên ajalan cihekê girîng digirin. Wek mînak
çîrokên Dîk û Rovî, Rovî û Şêr, Hirç û Gur û Rovî, Rovî û Qijik, Pîrê û Dîk, Pîrê û Rovî, Şengê û Pengê, Sê Beran û Gur, Tevdîra Mişkan, Serxwebûna Moriyan û hwd. Cegerxwîn di helbestên xwe de yan îşaret li van çîrokan kiriye yan jî rasterast ev çîrok bi helbestkî nivîsandine. Tenê ne ev, di pirî cihan de jî bi ajalan ve têkildar pêşgotin û biwêj jî di nava helbestên xwe de nivîsandine. 9