Ji nav rengên ‘esas ya edebiyata klasîkê, rengek jî nezîre ye. Nezîre, hem di nav milletên Misilmanan de dibû dan û stendineke edebî, hem jî di nav helbestvanên wan edebiyatan de kêrî terenumeke hempar dihat. Di bin vê terenumê de dîn, dîrok, huner û çanda Îslamê hebû. Ji ber vê yekê helbestvanan, nivîsandina helbestên ku wekî helbestên aydê helbestvanên din bûn ti me’zûr nedîtin. Axir, nîyetê wan -a rastîn armanca nezîreyê jî ev bû- rastiya “ew berhem çêtir jî dikare bê nivîsîn”bû. Çawa ku helbestvanan bi ‘eynî mezmûnan ketibûn li pey vegotinên cuda, vê carê jî bi ‘eynî kêş, serwa û paşserwayê ketine li pey nûwazebûnê.