ANTOLOJIYA DENGBÊJAN CILD-1 DENGBÊJÊN ROJHILAT

Stok Kodu:
978-6256-963-96-2
Boyut:
16X24
Sayfa Sayısı:
322
Basım Tarihi:
2024
Dili:
KÜRTÇE
Kategori:
%25 indirimli
350,00TL
262,50TL
Stokta var
978-6256-963-96-2
362571
ANTOLOJIYA DENGBÊJAN CILD-1  DENGBÊJÊN ROJHILAT
ANTOLOJIYA DENGBÊJAN CILD-1 DENGBÊJÊN ROJHILAT
262.50

Dengbêjî û stranbêjî hunerên herî kevn in. Bi taybetî dengbêjî kevneşopiyeke gellekî girîng ji bo çanda kurdî ye û ji hunera xwendina kilamên gelêrî yên Kurda re tê gotin. Dengbêjî şêwazek ji gotina stran û awazên kurdî ye û stran û awaz jî hêmanek ji wêjeya devkî ne.

Dîroka wêjeya devkî, ji ya nivîskî pir kevintir e. Her wisa di wêjeya Kurdan da, dengbêjî û stranbêjî hem ji bo wêjeya devkî û hem jî ji bo wêjeya nivîskî xwedî roleke pir mezin e. Di dîroka Kurdan da, çanda dengbejiyê li ser xîmên wêjeya devkî ye. Bi saya dengbêjan, çanda Kurdan gihiştiye me û nifşên îro. Ji bo gelê me dengbêjî dilbêjî û derdbêjî ye. Dengbêjî evîndariyeke agirîn e, ketiye dilê Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, her wisa Edûl û Derwêşê Evdî. Derdbêjî dîrok e, ziman e, evîn e, çand e, folklor e û serpêhatiya Kurda ye. Dengbêjî neynûkek e ji bo nîşan- dayîna çawaniya jiyana Kurdan ji dewrên berê heya roja îro. Dengbêj, bi êş û nexweşiyên gelê xwe re rûbirû ye. Ji ber wê jî, di dengê wan de (heta çaxê ku stranên şad jî dibêjin) xemeke giran tê hîskirin. Stranên ku ew dibêjin, xezîneyek ji peyvên zimanê kurdî yên resen in.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat